6 koçberên Kurd ji Lîbyayê ten vegerandin

15-08-2025
RÛDAW
Nîşan Koçberên Kurd Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lîbyayê 6 koçberên Kurd ên ku di dema hewldana çûna Ewropayê de hatibûn girtin, ji bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin.

Pêvajoya vegerandinê bi hevkariya Nûnertiya Dîplomatîk a Îraqê ya li Lîbyayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê birêvebirin.

Koçber dê ji Balafirgeha Trablusê ber bi Herêma Kurdistanê ve bi rê bikevin.

Koçberekî ku li ser navê hevalên xwe axivî got, “Piştî ku em ji girtîgeha Trablusê hatin berdan em vedigerin Kurdistanê.

Nûnertiya dîplomatîk a Îraqê ya li Lîbyayê cil û berg û pêdiviyên koçberên Kurd dabîn kirin.”

Koçberan anî ziman ku rewşa wan a tenduristiyê baş e û kar û barên vegera wan çend roj berê temam bûne.

Hişyarî hat dayîn

Nûnertiya Dîplomatîk a Îraqê ya li Lîbyayê ragihand ku di nava 1,5 salên dawî de bi giştî 10 koçberên Kurd ji Lîbyayê hatine vegerandin.

Nûnertiyê tekezî li ser wê yekê kir ku wan di vê pêvajoyê de ji nêz ve bi Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê re kar kiriye û wan pêşî li nirxên mirovî girtiye.

Herwiha bal kişand ser zêdebûna pêla koçberiyê û hişyarî da, “Ciwanên me dikevin nava torên qaçaxçî û bazirganiya mirovan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst