Sînemxan Bedirxan: Kerkûk dilê min e

15-10-2019
Sînemxan Bedirxan ji Rûdaw re behsa jiyana xwe û malbata xwe kir
Sînemxan Bedirxan ji Rûdaw re behsa jiyana xwe û malbata xwe kir
Nîşan Sînemxan Bedirxan Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û kesayetiya navdar  a Kurd Sînemxan Bedirxan ji Rûdawê re behsa jiyana xwe rojane kir û diyar kir ku ew ji bajarên Kurdistanê herî zêde ji bajarê Kerkûkê hez dike.

Keça rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan beşdarî birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdaw TVyê bû û têde ji pêşkêşkerê Rûdawê Dilbixwîn Dara re behsa jiyana xwe û malbata xwe kir.

Sînemxan Bedirxan diyar kir ku têkileyên bavê Celadet Elî Bedirxan bi wan re gelek baş bû û nîzameke wî hebûye û wan jî li gor wê nîzamê tevdigeriyan û got: “Hemû jiyana wî li ser nivîsandin û Kurdatiyê bû. Ew ligel Hisên Beg, Hesen Axa Haco, Mela Haco, Hirço Şahîn û birayê wî dostbû û ev hevalên wî gelek caran dihatin ba me. Hemû caran dost û mirovên me hebûn, lê mixabin niha nemane.”

Derbarê rewşa aborî ya malbata xwe de Sînemxan Bedirxan dibêje: “Bavê min kar dikir û herwiha dayîka min jî mamoste bû û paşê bû midûra dibistanê. Bavê min ne milyoner û ne jî feqîr bû.”

Sînemxan wiha behsa naskirina xwe û Selah Sedulah dike: “Li Atînayê di sala 1957an de kanferansa li dijî kolonyalîzmê hat sazkirin. Dayîka min hatibû vexwendin. Wê demê Selah Sedulah li Brîtanyayê serokê Komeleya Xwendekarên Kurd bû. Min ji bo piştgiriya dayîk û mamê xwe Kamîran Bedirxan nameyek şand. Piştre wan jî piştgirî ji dayîka min re şandin. Ev sala 1957ê bû. Di sala 1959an de Selah Sedulah nameyek ji bo dayîka min û yek jî ji min re şand. Têde ji min dipirsî te heval hene û destgirtiyê te heye? Min jî jê re got ti hevalên min nîne, lê kes masiyan di nav avê de nakire, lazim e em hev bibînin piştre em dê biryara xwe bidin. Sala 1959ê lu Beyrûtê me hev dît.”

Rewşenbîra Kurd da zanîn ku ji bajarên Kurdistanê yê herî li xweşa wê diçe bajarê Kerkûkê ye û ew bajarê Başûrê Kurdistanê weke dilê xwe pênase kir.

Derbarê jiyana xwe ya rojane de jî Sînemxan da xuyandin ku piranî rojan mêvanên wê çêdibe û ew bixwe li male xwarina xwe çêdike û herwiha wê bernameyek ji xwe re diyar kiriye rojane bîranîn xwe dinivîse.

Sînemxan destnîşan kir ku her mêvanek wê ku eger bi zimanên Tirkî yan Erebî biaxive ew “ceza” dike wate ji wan 5000 (4 dolar) dînarê iraqî werdigire û piştre wan pereyan ji bo zarokên li kampên penaberan xerc dike.

Sînem Xan Bedirxan kî ye?

Sînem Xan Bedirxan ku keça Mîr Celadet Bedirxan e, sala 1938an li Şamê di binemaleke niştimanperwer de ji dayik bûye. Yek ji damezrênerên Xoybûnê ye. Roleke girîng hebû di ware ferhengî, edebî û siyasî li Rojavayê Kurdistanê. Ew zimanê Kurdî, Fransî, Ingîlizî, Erebî, Tirkî û Almanî dizane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst