Bedran Çiya Kurd bang kir: Ji bo şopandina rastiyan tîmên pispor bişînin

15-10-2023
Nîşan Êrişên Tirkiyeyê Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd Bang Antonio Guterres Gier Pedersen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bedran Çiya Kurd ji Guterres û Pedersen xwest ku tîmên pispor bişînin navçeyên Rêveberiya Xweser da ku rastiyan bişopînin.

Hevserokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, bi rêya platforma Xê bangî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Gier Pedersen kir.

“Şandeyeke pispor bişînin Rojavayê Kurdistanê”

Bedran Çiya Kurd di banga xwe de ji Guterres û Pedersen xwest ku ji bo şopandina rastiyên êrişên Tirkiyeyê şandeyeke pispor bişînin Rojavayê Kurdistanê.

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku di êrişên Tirkiyeyê de beşeke mezin a jêrxane û avahiyên xizmetguzariyê hatine wêrankirin.

Kurd herwiha amaje pe kir ku di van êrişan de bobelatên mezin hatine serên welatiyên sivîl û koçberên li kampan.

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku dê ev êriş ji bo aramiya herêmê bibin asteng.

Hevserokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, da zanîn ku divê “ev tawanên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê” ji aliyê saziyên navdewletî de werin tesbîtkirin û qeydkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst