Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ciwanên Xurmatuyê yên ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê rastê êrişa artêşa Îraqê hatibûn pêşwazî kirin.
11ê Çiriya Paşîn roja hilbijartinên Îraqê li navçeya Xurmatûyê ya Selahedînê çend ciwanên Kurd Alaya Kurdistanê bilind kiribûn û bi “tohmeta bilindkirina Alaya Kurdistanê” rastî êrişa hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatibûn.
Serok Barzanî îro pêşwaziya wan ciwanên ji Xurmatûyê kirin.
"Spas ji bo wêrekî û Kurdperweriya we"
Barageha Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir ragihand ku Serok Barzanî li gel "spasî û destxweşiya ji bo wêrekî û Kurdperweriya wan", teqezî li ser wê yekê kiriye ku ji bo Alaya Kurdistanê xwîn û qurbaniyeke zêde hatiye dayîn.
Serok Mesûd Barzanî her wiha teqez kiriye ku Alaya Kurdistanê alaya her Kurdî ye û mafê destûrî û yasayî yê her Kurdî ye ku şanaziyê bi al û pîroziyên gelê xwe bike.
"Mafê ti kesî nîne bêrêziyê li Alaya Kurdistanê bike"
Serok Barzanî di hevdîtinê de amaje bi wê yekê kir ku mafê ti kes û aliyan nîne ku di bin ti hincetê de bêrêziyê li Alaya Kurdistanê bike yan jî rêgiriyê li bilindkirina wê bike.
#WÊNE - Serok Barzanî: Mafê ti kesî nîne bê rêziyê li Alaya Kurdistanê bike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 15, 2025
📌 Serok Mesûd Barzanî çend ciwanên ji Xurmatûyê pêşwazî kirin û got:
📌 Mafê ti kes û aliyan nîne ku bê rêziyê li Alaya Kurdistanê bike yan jî rê li bilindkirina wê bigire pic.twitter.com/QmGRwW8o07
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse