Li Xurmatûyê 7 berpirsên ewlehiyê hatin guhertin: Yekanê kursiyê Kurdan jî çû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xurmatû Ewlehî Post Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Îraqê li navçeya Xurmatûyê ya Selahedînê di 7 postên payebilind ên ewlehiyê de guherîn kir û bi van tayînkirinan re, yekane posta ewlehiyê ya di destê Kurdan de jî radestî rayedarekî Ereb hat kirin.

Wezareta Navxwe ya Îraqê di burokrasiya ewlehiyê ya navçeya Xurmatûyê de guherîneke berfireh pêk anî û ji bo 7 erkên cuda tayînkirinên nû kirin.

Şêwirmendê Parêzgarê Selahedînê Kawa Şêxanî ji Rûdawê re got, "Li sînorê navçeya Xurmatûyê di 7 postên ewlehiyê de guherîn hatin kirin.

Yek ji van kursiyan di destê Kurdan de bû lê ew jî hat standin û dan kesekî din."

Birêvebirê Yekeya Parastina Saziyên Hikûmî yê Polîsê Xurmatûyê Liwayê Kurd Xalid Welîd ji kar hat dûrxistin û li şûna wî rayedarekî Ereb hat tayînkirin.

"Efserên Kurd tune ne"

Kawa Şêxanî sedema windakirina wê postê bi kêmbûna efserên Kurd ên li navçeyê ve girê da.

Kawa Şêxanî got, "Yek ji sedemên ji destçûna vê erkê ew e ku li Xurmatûyê efserekî Kurd ê di wê pileya ku erkê werbigire de nîne.

Piraniya efserên Kurd niha li Kerkûk û parêzgehên din kar dikin."

Têkiliya bi êrişa Kormorê re

Komîsyona ku lêkolîn li ser êrişa 3yê Kanûna Paşîn a 2025an a li ser qada gazê ya Kormorê ya Çemçemalê dikir, tesbît kiribû ku êriş ji rojhilatê Xurmatûyê hatiye kirin û pêşniyar kiribû ku di hêzên ewlehiyê yên herêmê de guherîn  were kirin.

Lê belê Şêwirmendê Parêzgarê Selahedînê Kawa Şêxanî diyar kir ku ew îhtimala ku guherînên dawî bi êrişa Kormorê ve girêdayî bin kêm dibîne.

Tayînkirinên bi vî rengî yên di burokrasiya ewlehiyê de rasterast di desthilata Wezareta Navxwe ya li Bexdayê de ne.

Biryar ji Bexdayê ye

Endamê Encûmena Parêzgeha Selahedînê Yasîn Dawûdî jî derbarê mijarê agahî dan Rûdawê û diyar kir ku guherîn tenê bi Xurmatûyê sînordar nînin.

Yasîn Dawûdî got, "Guherînên di kadroyên ewlehiyê de ji xeynî Xurmatûyê navçeya Amîrliyê jî li xwe digirin.

Têkiliya van biryaran bi hikûmeta xwecihî ya Selahedînê re nîne, talîmat rasterast ji aliyê Wezareta Navxwe ve hatine dayîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst