Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê têjikê şêr ê ku li kêlaka rê hatibû dîtin mir.
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê welatiyan di nav baxçeyekî li kêleka rêya sereke ya Siwêreg-Rihayê têjikekî şêr dît.
Li ser agahdarkirinê tîmên Navenda Şopandina Rewşa Ajelan a Rihayê çûn cihê bûyerê lê ew nedîtin, piştî demek ji xebatên lêgerînê têjikê şêr hat dîtin.
Dema hat dîtin ew ji hal ketibû û nexweş bû. Tîman ji bo çareseriyê ew birin Rihayê lê nehat rizgarkirin û mir.
Heta niha nayê zanîn ku têjikê şêr ji aliyê kê ve ji bo wî cihî hatiye birin.
Hêzên ewlehiyê ji bo dîtina kes an jî kesên ew têjikê şêr danîne kêlaka rê xebat dan destpêkirin.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse