Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 9 xwendekarên dibistana seretayî ji ber xwarina ku li dibistanê xwarin bi jehrê ketin.
Li gorî zanyariyan xwendekarên Dibistana Ataturkê a navçeya Siwêregê di çarçoveya çalakiya Hefteya Berhemên Xwemalî de li dibistanê xwarin xwarin.
Piştî wê xwarinê rewşa tenduristiyê ya 9 xwendekaran têk çû û beşek ji wan vereşiyan û bêhal ketin.
Her 9 xwendekar bi gumana jehrîbûna bi xwarinê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê hatin birin.
Hat ragihandin ku çareseriya bijîşkî ji bo wan xwendekaran hatiye kirin û rewşa wan baş e.
Li aliyê din malbat û xizmên xwendekaran piştî bihîstîna bûyerê li baxçeyê dibistanê kom bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse