Berf hinek deverên bakurê welêt dide ber xwe

1 demjimêr berê
Nîşan Berf Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku li 21 parêzgehan berf dibare ku di nav wan de bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Wan, Erzirom, Sêwaz û Colemêrgê jî hene.

Li gorî rapora dawî ya Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê, bi pêla hewaya sar a ku sibeha yekşemê dest pê kiribû, tê pêşbînîkirin ku îro û sibê (15-16ê Kanûna Pêşîn) li 21 parêzgehan berfa sivik û navîn bibare.

Pêla sermayê ji Kafkasyayê hat

Li gorî pêşbîniyan, barîna berfê ji ser Kafkasyayê ve hatiye.

Di qonaxa yekem de berf li derdora Erdexan, Artvîn, Gumuşhane û Bayburtê bi bandor bûye û ji destpêka hefteyê ve li parêzgehên derdorê belav bûye.

Bi tevgera pêla hewaya sar û bi berf a ber bi rojava ve, tê pêşbînîkirin ku li Boluyê jî bi taybetî deverên bilind spî bibin.

Lîsteya bajarên ku berf li wan dibare

Li gorî nexşeya keşnasiyê, rojên duşem û sêşemê li van parêzgehan berf tê pêşbînîkirin:

Bolu, Kastamonu, Çankiri, Yozgat, Nîgde, Qeyserî, Tokat, Sêwaz, Gumuşhane, Erzingan, Bayburt, Çewlîg, Erzirom, Mûş, Bedlîs, Artvîn, Nevşehîr, Colemêrg, Wan, Agirî û Îdir.

Hat ragihandin ku pileya germahiyê li deverên hundirîn dê 2 heta 4 pileyan dakeve, li herêmên din jî guherîneke girîng çênabe.

Tê texmînkirin ku ba bi giştî ji aliyê bakur ve bi sivikî û carinan bi hêza navîn bê.

Lê li deverên hundirîn ên Deryaya Spî ji aliyê bakur û bakurê rojhilat ve bi hêz (40-60 km/saet) bê.

Berf kengî diçe Stenbolê?

Li aliyê din, bi milyonan welatiyên li Stenbolê dijîn meraq dikin bê ma dê kengî berf bibare.

Li gorî nîşanên destpêkê, tê pêşbînîkirin ku barîna berfê ya ku dê navenda bajêr jî li xwe bigire, hefteya duyem a meha Kanûna Paşîn dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst