Demîrtaş û Mizrakli: Muxatabên sereke yên çareseriya pirsa Kurd Erdogan û Ocalan in

16-03-2024
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Di "Konferansa Aştî û Çareseriya Pirsa Kurda" ya li Amedê de peyama Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli hat xwendin.

Demîrtaş û Mizrakli di peyamê de Ocalan û Erdogan wekî muxatabên sereke yên aştiyê nîşan dan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) îro li Amedê di otelekê de Konferansa Aştî û Çareseriya Pirsa Kurda"  li dar xist.

Hevserokê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş û hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizraklî ku herdu jî di girtîgehê de ne peyameke hevpar ji konfransê re şand.

Di rûniştina konferansê ya piştî nîvro de mijara "Gelo di sedsala 2mîn a Komarê de li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya aştiyê pêkane e?" hat gotubêjkirin.

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, Rojnamevan Alî Bayramoglû û Berdevkê Însiyatîfa 78an Celalettîn Can gotar pêşkêş kirin.

Berî rûniştinê peyama hevbeş a Mizrakli û Demîrtaş ku ji girtîgeha Edîrneyê şandinbû, hat xwendin.

Demîrtaş û Mizrakli di peyama xwe bal kişand ser despêkirina pêvajoyeke nû ya diyalog û çareseriya pirsa Kurd.

Demîrtaş û Mizrakli got ku muxatabê sereke despêkirina pêvajoyeke wiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Rêberê PKKyê Abdulah Ocalan in.

“Muxatabên sereke Erdogan û Ocalan in”

Her du siyasetmedarên Kurd got:

“Helbet eger çareseriya pirsa Kurd bi awayekî fermî li dora maseyekê were gotubêjkirin ku li gorî me divê bêyî ku dereng bê xistin bê despêkirin, li ser wê maseyê divê hikûmet nûnertiya Tirkiyeyê bike.

Ji ber ku îro temsîla hikûmetê birêz Erdogan dike, muxatabê sereke yê vê mijarê birêz Erdogan e.

Herwiha Birêz Ocalan ê ku ji tecrubeyên berê tê naskirin û qebûlkirin û meşrûiyeta wî di hafizeya fermî ya dewletê de hatiye tomarkirin jî muxatabekî din e.”

“Gelek aliyên muxatap hene”

Di berdewamiya peyama xwe de Demîrtaş û Mizrakli amaje bi wê yekê jî kir ku ji bilî Erdogan û Ocalan çend aliyên din ên pirsê hene û got:

“Pirsgirêkek wisa kûr û tevlihev ne tiştek e ku du kes bi tenê çareser bikin.

 Ji ber vê yekê Parlementoya Tirkiyeyê, hemû partiyên siyasî yên li parlementoyê, partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên sivîl, akademîsyen, rewşenbîr, tevgerên jinan, sendîka, baro û hwd. 

Her kesê ku ji aştiya birûmet û adil bawer dike, divê beşdarî vê pêvajoyê bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst