HSDyê şervanên YATê bi bîr anîn

16-03-2024
RÛDAW
Nîşan HSD YAT Mazlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk, ji bo fermandar û şervanên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) merasîmeke bîranînê li dar xist.

Şervanên YATê Şervan Cûdî (Ebdo Ehmed Ebdî), Diyar Dêrik, Feraşîn Baran (Nejbîr Mehmûd Hemdo), Harûn Rojava (Mecîd Silêman Mihemed), Dogan Efrîn (Hadî Hemdûş Zahir), Hogir Dêrik (Elaa Ednan Hemûd), Koçer Dêrik (Diwêş Ehmed Omer), Rojeng Rifet (Berfîn Bîlal Rifet)  û Xebat Dirbêsiyê (Rênad Îzedîn Elî) 15ê Adara 2023yan di ketina helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dabû.

HSDyê îro ew şervanên YATê bi merasîmeke leşkerî bi bîr anîn.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê  agahî û dîmenên merasîmê bîranîna şervanê YATê  Şervan Cûdî belav kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî, malbatên qurbaniyan û şandeyeke ji Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya Dijî DAIŞê di merasîma bîranînê de amade bûn.

Piştî merasîmê Mazlûm Ebdî axivî.

Mazlûm Ebdî got ku dê têkoşîna xwe bidomînin û ew dê saziyên leşkerî pêş bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst