Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Endamê Desteya Rawêjkar a PDK-Sê, Eladîn Hemam ku roja 13 vê mehê li Almanyayê koça dawî kiribû, bi riya deriyê sînorî yê Ibrahîm xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Hejmarke ji serkrdeyên PDK-S û ENKSê tevî malbat û hevalên wî, li deriyê Îbrahîm Xelîl pêşwazî li termê Elaeldîn Hemam kirin.
Her îro cenaze di riya deriyê Pêşabûr-Sêmalka re bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin û biryar e li bajarê Kobaniyê bê veşartin.
Elaldîn Hemam roja 13 vê mehê li Almanyayê miribû.
PDK-Sê ji ber koça dawî ya Eladîn Hemam daxuyaniyek dabû û gotibû: “Aladîn yek ji girîngtirîn sembolên partiya me û tevgera me ya rizgarîxwaz a Kurd li herêma Kobanî bû û endamê desteya şêwirmendiya Partiya me ya Demokrat a Kurdistan – Sûriya (PDK-S) bû.”
PDK-S herwiha diyar kiribû: “Çûyîna wî ji bo partiya me û tevgera me ya rizgarîxwaz a Kurd li Kobanî xesaretek mezin bû. Di demekê de ku em xwe sersaxiyê dikin, em sersaxiyên xwe yên ji dil ve li hemî malbata wî û hemî hezkiriyên wî dikin û em ji Xwedê hêvî dikin, ku ew bi rûmet û bilind be, ku miriyê me bi dilovaniya wî û di bihuştê de cih bigre û sebr û aramiyê ji me û hemî evîndarên wî re bide.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse