Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Ranyayê ya ser bi Silêmaniyê ve zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê bi kêrê hat kuştin û kesê ew kuştiye li xwe mikur hat.
Yasir Mihemed zarokê 8 salî 2 roj bûn wenda bûbû, derengê şeva borî, termê wî li nêzîkî Çiyayê Hencîre li Ranyayê hat dîtin.
Berdevkê Polîsê Raperîn ji Rûdawê re ragihand ku, malbata wî gilî kirine, ku kesek bi hinceta kirîna tiştan, kurê wan biriye û venegerandiye.
Berdevkê Polîsê Îdareya Serbixwe ya Raperînê Şoreş Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, mirovên Yasir Mihemed gilî tomar kirine ku kesekî bi hinceta kirîna tiştan, kurê wan biriye û venegerandiye
Piştî lêkolînan eşkere bû ku ew zarok ji aliyê ciwanekî 21 salî ve, li Ranyayê bi kêran hatiye kuştin.
Li gor gotina polîsên Raperîn, rewşa kujer a derûnî xerab bû, niha li gor madeya 406 ya yasaya cezakirinê ya Iraqê hatiye girtin.
Mamê zarokê hatiye kuştin Basil Wehîd got: “Kesek çûye li ber deriyê wan û gotiye ew kesekî xêrxwaz im, û kesekî ligel min bişînin ez dê mirişkekê bi xêra bidim we. Paşê gotiye bila ve kurê biçûk ligel min were. Ev 5-6 sal in em li vê derê ne û me heta niha qet tiştek wiha li Ranyayê nebihîstiye.”
Dapîra wî zarokî Melek Subhî jî got: “Em dixwazin ew were bidarvekirin. Wî çawa kurê me kuştiye bila hikûmet jî wî wisa bikuje.”
Hat ragihandin piştî ku ew ciwan hatiye desteserkirin li xwe mikûr hatiye û li gor gotina polîsên Raperînê, rewşa kujer a derûnî nebaş bûye û niha bi madeya 406 a yasaya cezakirinê ya Iraqê hatiye ragirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse