Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Giştî yê PDKÎyê di peyama xwe ya bi boneya salvegera damezrandina wê partiyê de got, “Dûrketina ji civaka Rojhilat bû sedema gelek kêmasiyan.”
75 sal di ser damezrandina Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) re derbas bûn. Bi sedema belavbûna vîrusa Coronayê, mersîmên bi wê boneyê nehatin kirin.
Berpirsê Giştî yê PDKÎyê Mistefa Hicrî bi boneya 75emîn salvegera damezrandina wê partiyê peyamek belav kir û salvegera damezrandina PDKÎyê li endam û alîgirên wê partiyê pîroz kir û amaje bi kêmasiyan kir.
Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê diibêje, dûrketin ji civaka Rohjilatê Kurdistanê, ku cudabûnên din jî di nava partiyên Rohjilatê Kurdistanê de li pey hat, gelek caran bûye sedema siyaset û hinek şaşîtiyên wiha ku bûne cihê ziyanê, ev jî sedema komeke kêmkarî û bêşiyaniyan bûye.
Mistefa Hicrî dibêje, Partiya Demokrata Kurdistanê mil bi milê guhertin û geşeya Rohjilatê Kurdistanê nekariye perwerdeya xwe pêşve bibe û pêkhate û bernameya xwe li gorî guhertinan hevaheng nekiriye.
Li gor Hicrî lewra gelek caran ew rûbirûyê kêşe û pirsgirêkên mezin û biçûk bûne.
Berpirsê Giştî yê PDKÎyê dibêje, tevî hemû kêmasiyan jî, niha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê cihê hêviya piraniya xelkê Kurd e li Rojhilatê Kurdistanê û civaka Rojhilatê Kurdistanê vê partiyê bi ya xwe dizanin.
“Kêmiya çalakiyan li Kirmaşan û Îlamê lawazî ye”
Di beşeke din ya peyama xwe de, Mistefa Hicrî, lawaziya çalakiyên tevgera Kurdistanê li navçeyên başûrê Rojhilatê Kurdistanê weke Kirmaşan û Îlamê, bi xaleke lawaz dide zanîn û dibêje, tevî hemû hewlan jî wan nekariye wê valahiyê tijî bikin.
Berpirsê Giştî yê PDKÎyê, pîvera serkeftina tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê girê dide bi navçeya başûrê Rojhilat û dibêje, “tevî siyasetên dagîrkeran di dîrokê de ji bo bişaftina nasnameya Kurdî li wan navçeyan, lê hizra neteweyî û Kurdîniyê li wan navçeyan her ku diçe geş dibe” lê wan weke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê tevî hemû hewlan jî nekariye vê kêmasyê dagirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse