Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Lêkolînan a Niştimanî ya Şaxa Kurdistanê ya IFMSAyê hat lidarxistin ku ji aliyê komeke xwendekarên kolejên bijîşkiya giştî ve hatibû organîzekirin.
Lêkolîneke ku perde li ser gelek sedemên nerêkiyên şaşiyên bijîşkî yên li Hewlêrê radike xelata yekem bi dest xistin û da zanîn ku zexta derûnî û westandina bijîşk û karmendên tenduristiyê sedemên sereke yên zêdebûna şaşiyên bijîşkî ne.
Li Hewlêrê doh 200 xwendekar û bijîşk di konferansê de amade bûn û Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya konferansê bû.
8 lêkolîn hatin pêşkêşkirin û serkeftî hatin diyarkirin.
Serkeftiya yekem Niwa Hêmin, serkeftiya duyem Dima Reed û her yek ji Ebdulrehman Usame û Codî Remezan jî wekî serkeftiyên sêyem hatin destnîşankirin.
Şeş bijîşkan wekî komîteya dadweriyê nirxandina lêkolînan kir.
“Xala herî girîng ji bo bijîşkekî serkeftî, ramana rexneyî ye”
Xwendekarên Koleja Bijîşkiya Giştî ya Zanîngeha Hewlêrê roleke sereke di konferansê de lîstin û Birêvebirê Koleja Bijîşkiya Giştî ya Zanîngeha Hewlêrê Profesor Dr. Deştî Ebas got:
“Xala herî girîng a bijîşkekî serkeftî, ramana rexneyî ye ku ji bo bipêşxistina nerêkiyan bixebite.”
Deştî Ebas tekez kir ku ji destpêka damezirandina kolejê heta niha, wan ji bo pêgihandina bijîşkên xwe girîngiyeke mezin daye qada lêkolînê.
Nûnera Rêxistina Şaxa Herêma Kurdistanê ya IFMSAyê Sena Kawês Farsê da zanîn ku ew dixwazin bibin amrazek ji bo alîkariya xwendekaran ku girîngiyê bidin lêkolînê û wiha anî ziman:
“Em pêbend in bi afirandina derfetan ji bo xwendekarên bijîşkiyê ku serkêşiyê bikin û beşdarî çalakiyan bibin, ji bo ku projeyên lêkolînê yên pirsgirêkên tenduristiyê yên cîhanê çareser bikin."
Sena Kawês Farsê her wiha got:
“Lêkolîn bingeha bipêşketinê ye di warê bijîşkî û çavdêriya tenduristiyê de.
Rêxistina me jî komîteyeke daîmî ji bo vê mebestê heye ku bi rêya tîmekê li ser standardkirina lêkolînê li seranserî Kurdistanê dixebite.”
Lêkolîna ku pileya yekem bi dest xist
Lêkolîna ji aliyê xwendekara Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkiyê Niwa Hêminê ve li ser şaşiyên bijîşkî hat kirin û derket holê ku li nexweşxaneyên Hewlêrê ji sedî 20,6ê şaşiyên bijîşkî yên ku tên kirin, ji ber zexta zêde ya nexweşxaneyan e, ji sedî 15,6 jî ji ber westandinê û ji sedî 13,6 jî ji ber nerêkiya di amûran de û baş nexebitîna wan e.
Niwa Hêmina ku bi xwe lêkolîn kiriye da zanîn:
“Laboratuar jî ji çêbûna şaşiyên bijîşkî bêpar nînin û ji sedî 12,6ê şaşiyên bijîşkî yên di çareserkirina nexweşan de ji ber şaşiyên encamên pişkinînên laboratuaran bûne.”
Lêkolînek li ser çend amarên şîrdana xwezayî ya li Hewlêrê bû û nîşan dide ku ji 389 dayîkan, ji sedî 53yê wan bûn ku ji ber emeliyata zarokanînê şîrê xwe nedane zarokên xwe lê tenê ji sedî 30,3yê wan şîrê xwe dane zarokên xwe.
Her wiha ji wan 389 jinan tenê ji sedî 29ê wan zêdetirî şeş mehan şîrê xwe dane pitikên xwe û ji sedî 32,1ê wan jî kêmtirî sê mehan li ser şîrdana xwezayî berdewam bûne.
Sedemên kêmbûna şîrdanê jî wekî nebûna piştgiriya piştî zarokanînê, kêmbûna hişyariya tenduristiyê û nerêkiyên tenduristiya dayîkê yên piştî emeliyatê hatin destnîşankirin.
Serokê Desteya Organîzatorên Konferansê Dr. Rewên Xalis di bultena tenduristiyê de ragihand:
“Armanca me ew e ku em platformekê ji bo xwendekaran biafirînin da ku karibin karên xwe nîşan bidin û şiyanên xwe derxin holê.
Pêwîst e lêkolîn û girîngîdana bi lêkolînê bibe çandek di nava xwendekaran de da ku bi asta herî bilind lêkolînên xwe bikin û encamên bi sûd bi dest bixin.”
IFMSA û Şaxa Herêma Kurdistanê
Yekîtiya Navneteweyî ya Komeleya Xwendekarên Bijîşkiyê IFMSA, rêxistineke taybet e û sala 1951ê hatiye damezirandin û li 123 welatan şaxên wê hene ku nûnertiya zêdetirî milyonek û nîv xwendekarên bijîşkiyê li cîhanê dike.
Şaxa Herêma Kurdistanê ya IFMSAyê wekî rêxistineke taybet a li Koleja Bijîşkiyê sala 2009an hatiye damezirandin û sala 2011ê ji aliyê Encûmena Giştî ya Federasyonê ve wekî endameke navneteweyî hatiye naskirin.
Ew ji aliyê xwendekarên bijîşkiyê ve tê birêvebirin û zêdetirî 1500 endamên wê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Koye û Zaxoyê hene.
9 zanîngehan di nav xwe de dihewîne: Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkiyê, Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr, Zanîngeha Navneteweyî ya Tîşkê, Zanîngeha Mearîfê, Zanîngeha Silêmaniyê, Zanîngeha Navneteweyî ya Kayonê, Zanîngeha Dihokê, Zanîngeha Koyeyê û Zanîngeha Zaxoyê.
Şaxa Herêma Kurdistanê ya rêxistinê di du salên borî de zêdetirî 400 projeyan pêk anîne û salane serpereştiya bernameya guhertina xwendekaran dike, her sal 50 xwendekaran jî dişîne derve.
Yek ji endamên komîteya nirxandinê di beşa duyem a nirxandina lêkolînan de pesnê beşdaran da û got, nexweş li zanista bijîşk nanêre, zêdetir bala xwe dide tevger, axaftin û amadebûna bijîşk ku çi pêşkêş dike û çawa tevdigere.
Pispora nexweşiyên jinan û yek ji endamên komîteya nirxandina lêkolînan Dr. Bêrîvan Îbrahîmê da zanîn:
“Pirsgirêka nexweşên me ne kêmasiya zanistê ye, kêmasiya rêzgirtinê ya ji aliyê bijîşkan ve ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse