Li Zawîteyê darên kevnar bi qaçaxî tên birrîn

16-09-2022
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Zawite Birrîna daran
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li nehiya Zawîte ya Duhokê zêdetirî 250 dar hatine birîn ku temenê hinek ji wan zêdetirî 100 salî ye. 5 kesên ku daran birrîne hatine destnîşankirin, 2 ji wan bo dadgehê hatine şandin, û derbarê 3 kesên din ku guman li ser wan heye lêkolîn tên kirin.

Li gundê Çevrikê yê nehiya Zawîteyê nêzîki 250 darên ku temenê hinek ji wan zêdetirî 100 salî ye ji aliyê grûpekê ve hatine birrîn. Li gorî gundiyan, ew grûp bi fêlan hewl daye daran hişk bikin û piştre li ser navê darên hişk destûrê werbigrin û pê bazirganiyê bikin.

Dema ku gundî pê hisiyan aliyê peywendidar agahdar kirine.

Xelkê gundê Çevrîkê Mistefa Çevrîkî got “Me her ku dîtiye ev dar mezin bûn. Beriya me jî ev dar hebûne. Ev dar hatine birrîn, bi rastî dilê me pê diêşê. Cihê dilêşana me hemûyan e.”

Xelkê gundê Cevrîkê Remezan Tahir dibêje “Ev darên bêmkê, kezanê, berrûyê ne, em hemû fayde jê dikin. Xelkê gund faydeyê ji darberrûyan dibînin, darmaziyan, kezanê, bêmkê dibînin. Hemû hatine birrîn, çand kesek in vî karî diken.

Rêya wê devera dar hatîne birrîn hatiye girtin, weke pêrabûnek da ku ew grûp û grûpên din neyên hatin û çûna wê deverê biken. Pênc kes weke tometbar destinîşankirîn, du ji wan bo dadgehê hatine şandin. Li pey sê kesên din jî lêkolîn tên kirin

Fermandê Hêza Duhokê ya Parastina Jîngehê Semal Sedo ragihand “Derbarê pênc kesên darên terr birrîn de me wek Hêza Duhokê ya Pêşmergê ya Parastina Jîngehê bi hevkariya digel rêveberiya nehiya Zawîte û Polîsên Daristan û jîngehê gazî du ji wan kesan krîne û pêrabûn derheqê wan de hatine wergirtîne, sê kesên dî em dûvçûnê dikin daku pêrabûnan jê wergirîn.”

Li gorî yasaya jimara 10 ya sala 2012an ya taybet bo daristanan li Herêma Kurdistanê sizayê birîna daran zindankirine bu ku ji solekê zêdetir nebe, herwisa ji sê milyon heta pênc milyon dînar cezayê pere ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst