Serokê Şaredariya Şirnexê bi Coronayê ket

16-10-2020
RÛDAW
Nîşan Mehmet Yarka Şirnex Kurdistan Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Şirnexê Mehmet Yarka ku ser bi partiya desthilatdar a Tirkiyê, Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partiyê ve ye, bi Coronayê ket.

Mehmet Yarka li ser hesabê xwe yê twitterê, pêketina xwe bi vîrusa COVID-19 ragihandiye û gotiye, ku encama pişkinîna wî ya Coronayê pozîtîv derketiye.

Yarka diyar kiriye, “niha rewşa tendirustiya min baş e, moralê min bilind e. Ez li malê ji bo kontrolê di rewşa îzoleyê de me. Li malê çareseriyê werdigirim û bo demekê dê di kerentîneyê de bim. Di dema wergirtina çareseriyê de, ez li benda duayên we me. Bi hêviya ku di demeke herî zû de em hev bibînin.”

Mehmet Yarka sala 1963an li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de li ser lîsteya AK Partiyê weke Serokê Şaredariya Şirnexê hatiye hilbijartin.

Yarka sala 2004ê kî ji bo posta serokatiya Şaredariya Şirnexê li ser lîsta AKP bûbû namzed, lê serkeftin bidestnexistibû.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 1,693 kesên din bi vîrusa Covid-19 ketine û herwiha 66 kesan canê xwe ji dest dane.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst