DÊREZOR – 37 kesan xwe radestî HSDyê kir

16-10-2023
Nîşan HSD Dêrezor Radestbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 37 kesên ku beşdarî bûyerên Dêrezorê bûbûn, xwe radestî HSDyê kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 37 kesên ji bajarokê Cidydet El-Beggareyê yê Dêrezorê xwe radestî hêzên HSDê kiriye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, ev kes beşdarî bûyerên li Dêrezorê bûne û di çarçoveya “kampanyaya lêbûrînê” ya ku HSDyê ragihandiyê de teslîm bûne.

Li gorî ragihandinê, van kesan soz daye HSDyê ku nema careke din wan karan dikin.

Li aliyê din, van kesan bangî kesên din kiriye ku beşdarî bûyerên li Dêrezorê bûne da ku xwe radestî HSDyê bikin û beşdarî kampanyaya lêbûrînê ya ji bo “parastina aramî û ewlehiya navçeyê” bibin.

Çi bûbû?

Li Dêrezorê tebaxa borî hinek eşîran li dijî HSDyê serî hildabû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, piştî belavbûna bûyeran “Operasyona Bicîkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin û herêm careke din kontrol kiribû.

HSDyê piştî asayîbûna rewşê “kampanyaya lêbûrînê” da destpêkirin.

Heta niha di çarçoveya vê kampanyayê de di gelek kesan xwe radest kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst