Li Pîranşarê 2 kes hatin desteserkirin

4 demjimêr berê
Nîşan Pîranşar Rojhilatê Kurdistanê Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser malan de girt û du Kurd desteser kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku hêzên hikûmetê doh li gundê Şînawê yê Pîranşarê operasyonek pêk aniye.

Di encama biserdegirtina malan de welatiyên bi navê Tahir Bapîran û Siyamend Îsmaîlî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Hengawê da zanîn ku hêzên hikûmetê "bi awayekî tund" bi ser malên wan welatiyan de girtiye.

Heta niha derbarê sedema desteserkirinê û cihê ku ew lê tên ragirtin ti agahî nehatine parvekirin û çarenivîsa wan jî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst