Hewlêr (Rûdaw) - Hesen Mihemed Elî ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê qebûl kiriye 3 firqeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hebin lê HSD dixwaze fermandariya herêma rojhilat bike.
Hevserokê Ofîsa Pêwendiyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî bû mêvanê podkasta "Çavê Sêyem" a Rûdawê ya ku Hisên Omer pêşkêş dike.
Hesen Mihemed Elî diyar kir ku HSD hîn jî gotûbêjan li ser pêşniyarên Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê dike û komîteyên pispor dê li ser erk û hûrgiliyên din gotûbêjan bikin.
Her wiha hat gotin ku egera avêtina pêngavên berbiçav heta serê salê heye.
Hesen Mihemed Elî şerê medyayî yê ku hikûmet bi rê ve dibe wekî "taktîkeke şaş" bi nav kir.
Elî tekez kir ku Amerîka, Fransa û Brîtanya li ser pêwîstiya çareseriyeke nenavendî ya ji bo Sûriyeyê li hev kiriye.
Elî di vê çarçoveyê de amaje bi nermbûna helwesta Ehmed Şer a derbarê nenavendîbûnê kir.
Hesen Mihemed Elî ji Rûdawê re eşkere kir ku Brîtanyayê nûnerekî taybet şandiye Rojavayê Kurdistanê.
Elî da zanîn ku armanca Brîyanyayê şopandina pêvajoya dan û standinên di navbera hikûmet û HSDyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse