Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla çû Rojavayê Kurdistanê.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyand ku Kurilla doh (16ê Kanûna Paşîn) bi bi fermandarên leşkerî û leşkerên Amerîkayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyaye.
Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê CENTCOMê bi armanca "nirxandina kampanyaya têkbirina DAIŞê û hewlên rêlibergirtina xurtbûna wê koma terorîst” çûye Rojavayê Kurdistanê.
CENTCOMê eşkere kir ku General Michael Erik Kurilla çûye Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê.
Li Kampên Hol û Rojê zêdetirî 40 hezar kesî hene ku malbatên çekdarên DAIŞê ne.
CENTCOMê bal kişand ser metirsiyên li van kampan û got, “Ev kamp metirsiya afirandina nifşekî nû yê DAIŞê li xwe digirin."
“Artêşeke DAIŞê di girtîgehan de ye”
CENTCOM da zanîn, ji bilî wan 40 hezar kesên di wan her du kampan de, zêdetirî 9 hezar girtiyên DAIŞê yên ji zêdetirî 50 welatî di 12 girtîgehên di bin çavdêriya HSDyê de ne.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê rewş wiha rave kir:
“Bi wateya rastî û mecazî artêşeke DAIŞê di girtîgehan de heye.”
Michael Erik Kurilla diyar kir ku CENTCOM dê piştgiriya xwe ya ji bo vegerandina van girtiyan û darizandina DAIŞiyan a li welatên wan bidomîne.
USCENTCOM Commander Visits Syria
— U.S. Central Command (@CENTCOM) January 16, 2025
On 16 January, Gen. Michael Erik Kurilla, commander, U.S. Central Command (CENTCOM), traveled to Syria, where he met U.S. military commanders and servicemembers, as well as our Defeat-ISIS partners, the Syrian Democratic Forces (SDF), to get an… pic.twitter.com/O2Ft3FeeNz
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse