76 malbat ji Kampa Holê vegeriyan cih û warên xwe

28-04-2025
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Rojavayê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 76 malbat ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegeriyan cih û warên xwe

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hêsankarî ji bo vegera koçberên Sûriyeyî kiriye da ku bi dilxwazî vegerin cih û warên xwe yên resen.

Di vê çarçoveya de li ser daxwaza koçberan 76 malbatên ku ji hêrêmên Dêrezorê ne ji Kampa Holê vegeriyan cih û warên xwe.

Hejmara van 76 malbatan ji 296 kesan pêk tê,

Ji sala 20219an ve 24 karwan vegeriyane herêmên Dêrezorê.

Li Dêrezorê ev yekem karwan e ku sala 2025an vegeriyaye cihê xwe.

Li gorî amarên Birêvebirê Ofîsa Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Şêxmus Ehmed dane Rûdawê  hejmara kesên li Kampa Holê wiha ye:

13 hezar û 124 kesên Îraqî hene.

15 hezar û 805 kesên Sûriyeyî hene.

6 hezar û 385 kesên biyanî ji jin û zarokên malbatên DAIŞiyan hene.

Tevahiya wan dike 35 hezar û 314 kes.

Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) de ye û kesên li kampê ne jin û zarokên çekdarên berê yên rêxistina DAIŞê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst