Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê dronek ket û di encamê de ciwanek birîndar bû.
Bûyer îro li devera Gera Çelkeyê ya nêzîkî nahiyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê qewimî.
Şêniyê herêmê Karzan Mehdî ragihand ku dema ew digeriyane dronek ketiye.
Karzan Mehdî ji Rûdawê re got ku di encama bûyerê de hevalê wan Wehdî Sadiqê 25 salî birîndar bûye.
Xelkê ciwanê birîndar bir Nexweşxaneya Amêdiyê.
Karzan Mehdî da zanîn ku ew nizanin dron a kê ye lê li herêmê şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse