Rêveberiya Xweser bangî Koalîsyonê kir: Rê li ber êrişan bigirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Şer û Pevçûn Sûriye Koalîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê peymana agirbestê ya ku doh hatibû kirin bin pê kiriye.

Rêveberiya Xweser her wiha bangî Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) kir ku midaxele bike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrişên dawî yên li herêmê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bipêşketinên meydanî yên herî dawî ji nêz ve dişopînin û bal kişand ser êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê.

"Peyman bi awayekî eşkere hat binpêkirin"

Rêveberiya Xweser diyar kir ku armanca peymana doh rawestandina rageşiyê bû û got:

"Van aliyan bi awayekî eşkere peymana ku doh pêk hat bin pê kiriye; peymaneke ku armanc jê ew bû rageşiyê rawestîne û rê li ber çareseriyên ku aştiya sivîl diparêzin veke.

Ji ber vê yekê, em tekez dikin ku hikûmeta demkî ya li Şamê berpirsiyariya tevahî ya binpêkirin û destdirêjiyên ku îro diqewimin digire ser xwe, ji ber ku ev alî ji aliyên siyasî û leşkerî ve di bin kontrola wê de ne."

Rêveberiyê destnîşan kir ku ev binpêkirin dibin sedema windakirina jiyana gelek kesan û êşa gelê Sûriyeyê zêdetir dikin.

Banga li Koalîsyonê

Rêveberiya Xweser bangî aliyên garantor kir ku bikevin navberê û wiha pê de çû:

"Em bangeke zelal ji aliyên garantorên peymanê, bi taybetî jî ji Koalîsyona Navneteweyî re dikin ku erkên xwe bi cih bînin û berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û siyasî hilgirin.

Divê bi tundî bixebitin da ku rê li ber van binpêkirinan bigirin û bicihanîna peymanê bi awayekî misoger bikin ku jiyana Sûriyeyiyan biparêze."

"Nekevin xefika şerê nû"

Rêveberiya Xweser di beşeke din a daxuyaniyê de bangî ciwan û gelê herêmê kir ku "nekevin xefika gurkirina şer" û got:

"Em bangî gelê Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî jî li xort û keçên gelê me yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku rihekî berpirsiyariya neteweyî nîşan bidin û yekîtiya neteweyî biparêzin."

Rêveberiya Xweser herî dawî tekez kir ku bijardeya wan her tim diyalog, parastina aştiya sivîl û xebata ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst