Mezlûm Ebdî: Hêzên me dê tevlî Wezareta Parastinê bibin

2 demjimêr berê
Nîşan Mezlûm Ebdî HSD Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Entegrasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî got, "Me dest bi tevlîkirina hêzên xwe kiriye û em dê peymanê bi cih bînin."

Meclisa Rûspiyan a Hesekê û Desteya Rûspiyan bi tevlêbûna fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li Hisîçayê (Hesekê) bi dirûşma "Bi hev re ji bo parastina civaka xwe û dest bi dest ber bi yekîtî û aramiyê ve" civînekê li dar xist.

Ji bilî Mezlûm Ebdî, nûnerên eşîrên Kurd, Ereb û yên pêkhateyên din, saziyên çandî û civakî û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di civînê de axivî û diyar kir ku ew peymana 29ê Kanûna Paşîn bi cih tînin û ev peyman ji bo gavên paşerojê referansa wan e.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku rojên dawî bi aliyên navneteweyî û welatên di dosyeya Sûriyeyê de çalak re civînên girîng kirine.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew welat giringiyê didin bicihanîna peymanê.

"Li Kobaniyê dan û standin hene"

Mezlûm Ebdî anî zimên ku armanca wan a sereke rawestandina şer û pêkanîna agirbesteke mayînde ye û ew hêvî dikin ev rewş veguhere aramiyeke daîmî.

Wî derbarê mijara leşkerî got ku bicihanîna peymanê hinekî dereng maye û divabû hêz roja duyem a peymanê vekişiyana.

Fermandarê HSDyê eşkere kir ku li Kobaniyê hinek pirsgirêk hene û ji bo rakirina dorpêçê û vekişîna hêzan dan û standin berdewam dikin.

Sazî û hêz tev li hikûmetê dibin

Bi gotina Mezlûm Ebdî peyman du aliyan li xwe digire, aliyek taybet bi Kurdan e û aliyê din hemû pêkhateyan dihewîne.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku ya herî girîng yekkirina saziyan e û rojên bê dê saziyên ku ev 12 sal in li herêmê ne tevî berpirs û endamên xwe di nav pêkhateya nû de cih bigirin.

Wî Li ser mijara leşkerî jî got:

"Me li hev kiriye ku hêzên me di çarçoveya Wezareta Parastinê de bibin lîwa.

Kar li ser vê yekê berdewam dike. Pirsgirêkek li ser ragihandina Alîkarê Wezîrê Parastinê heye ku nûnerê hêzên me ye û hîn nehatiye ragihandin."

Fermandarê HSDyê tekez kir ku divê hemû şervanên ku şerê DAIŞê kirine û herêm parastine cihê xwe di nav sîstema nû de bigirin.

"Asayîş dibe beşek ji Wezareta Karên Navxwe"

Mezlûm Ebdî derbarê dosyeya ewlehiyê jî got ku sîstema ewlehiyê ya ji sala 2012an ve heye dê were parastin.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku hêzên Asayîşê dê di bin banê Wezareta Karên Navxwe de karê xwe bidomînin.

Wî her wiha eşkere kir ku ew li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve û Serokê Îstixbarata Hikûmeta Veguhêz re civiyane û li ser lezkirina pêvajoya yekkirinê li hev kirine.

"Taybetmendiya herêmên Kurdan tê parastin"

Fermandarê HSDyê hişyarî da ku demên dawî gotara nefretê û nijadperestiyê zêde bûye û xwest ku rê li ber fitneyê were girtin.

Mezlûm Ebdî li ser mafên Kurdan jî got:

"Li ser parastina taybetmendiya herêmên ku Kurd lê piranî ne lihevkirin hatiye kirin.

Ev tê wê wateyê ku xelkê herêmê dê di nav hikûmetê de herêmên xwe bi rê ve bibin."

Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de got, "Pêdiviya me bi nêrîneke ber bi paşerojê ve heye" û tekez kir ku armanca serekî serxistina peymanê û parastina aştiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst