Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xeta wan a sor e.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ji Aryen TVyê re axivî û behsa zêdebûna gefên DAIŞê, diyaloga bi hikûmeta Şamê re û paşeroja HSDyê kir.
Mezlûm Ebdî bal kişand ser statuya taybet a YPJyê û destnîşan kir ku artêşbûna jinan di qada civakî û şerê DAIŞê de roleke diyarker dilîze.
"Pêşniyara me tabûreke xweser e"
Mezlûm Ebdî li ser awayê tevlîbûna YPJê ya nava artêşa Sûriyeyê got:
"Pêşniyara HSDyê ew e ku YPJ wekî tabûreke xweser di nava artêşa Sûriyeyê de xwe bi rêxistin bike.
Eger ev pêşniyar neyê qebûlkirin, entegrasyon dê zehmet be. Destkeftiyên jinan ji bo me xeta sor e."
"Hêzên ku çareseriyê naxwazin hene"
Fermandarê HSDyê diyar kir ku hîn guherîneke bingehîn a zîhniyetê li Sûriyeyê pêk nehatiye û hişmendiya navendparêz didome.
Mezlû Ebdî derbarê vê yekê jî got, "Hîn jî tê xwestin Sûriye ji aliyê komekê ve were birêvebirin. Hevdîtin hene lê pêşketin nîne."
Wî anî zimên ku di nava birêvebiriya Şamê de hin komên ku berê bi Tirkiyeyê re xebitîne hene û ew hewl didin pêvajoyê sabote bikin.
Peymana 10ê Adarê û agirbest
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku serkeftina herî girîng a Peymana 10ê Adarê agirbest e.
Ebdî got, "Agirbest hîn jî didome û ev yek ji bo gelê Sûriyeyê gelekî girîng e. Diyalog di hawîrdoreke bêşer de mimkin e."
"Em bi hev re ava bikin"
Ebdî li ser entegrasyona HSDyê ya di nava artêşa Sûriyeyê de jî axivî û got divê ev pêvajo ne li ser esasê tasfiyekirinê lê li ser esasê avakirina hevpar be.
Fermandarê HSDyê got, "HSD artêşeke bihêz e. Di nava Wezareta Parastinê de em dixwazin bi hev re artêşeke nû ji bo Sûriyeyê ava bikin."
Li dijî DAIŞê avakirina hêzeke hevpar
Mezlûm Ebdî behsa êrişa li Tedmurê (Palmîra) ya li dijî leşkerên Amerîkayê kir û got ku ev yek cidiyeta gefa DAIŞê nîşan dide.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan pêşniyar kiriye ku li dijî DAIŞê bi koordînasyona Şamê, Koalîsyona Navneteweyî û HSDyê hêzeke leşkerî ya hevpar bê avakirin.
Vegera koçberan
Mezlûm Ebdî da zanîn ku wan ji bo vegera xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî planeke taybet amade kiriye û got:
“Ev yek pêdivî bi erêkirina aliyê Tirkiyeyê, hevkariya bi hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî re heye."
"2026 dê bibe sala serkeftinan"
Herî dawî Mezlûm Ebdî di nirxandina xwe ya têkildarî sala nû de got:
"Sala 2026an dê ji bo me bibe destpêkeke nû. Di sala nû de em dê serkeftinên girîng bi dest bixin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse