Hewaya Colemêrgê di asta ‘krîtîk’ de ye: ‘Dûxana komirê me nexweş dixe’

1 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Hewaya Colemêrgê di asta ‘krîtîk’ de ye / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hewaya Colemêrgê di asta ‘krîtîk’ de ye / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Platforma Mafê Hewaya Paqij Colemêrg Komir Hewaya Pîs
A+ A-

 Colemêrg (Rûdaw) - Platforma Mafê Hewaya Paqij rapora xwe ya sala 2026an eşkere kir.

Di raporê de 10 bajarên ku hewaya wan herî pîs e hatin diyarkirin û 6 ji wan bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Di rêza yekem de parêzgeha Îdirê cih digire.

Colemêrg her çi qas herêmeke çiyayî û zozan be û baran û berf lê zêde bibarin jî, ji ber bikaranîna komirê di lîsteya bajarên ku hewaya wan netendurist e de cih girt.

Sala 2024an Colemêrg di rêza yekem de bû, îsal di rêza 7an de ye.

Nexweşî û mirina herî zêde jî ji ber hewaya pîs her li Colemêrgê çêdibin.

Li gorî raporê, Colemêrg di nav 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de di rêza 7an de ye û qirêjiya hewayê wekî "asta krîtîk" hatiye nîşandan.

Li gorî xelkê parêzgehê jî sedema sereke bikaranîna komira bêkalîte ye.

Endamê Komeleya Jîngehparêzan a Cîloyê Yusuf Onay got:

"Komira ku ti parêzgeh qebûl nakin, muxtarên me qebûl dikin û didin xelkê.

Komira xirab difiroşin xelkê hejar, tiştê herî kirêt ev e.

Pêwîst e muxtar jî xelk jî hişyar bin.

Nêzîkî 23 sal in ez li Geverê me û halê me ev e."

Tevî ku Colemêrg xwedî xwezayeke bedew e û kargehên pîşesaziyê lê kêm in, hewaya wê bi taybetî zivistanê gelekî pîs dibe.

Xelkê navçeyê bawer dike ku eger gaza xwezayî were girêdan dê pirsgirêk çareser bibe.

Welatiyê malnişîn Seyfedîn Geverî got, "Em dixwazin bilez gaza xwezayî bidin hemû Geverê."

Welatiyê bi navê Mehmed Oremarî jî wiha axivî:

"Hewaya Geverê hewaya nexweşiyê ye.

Dûxana kalorîferan nexweşiyê çêdike.

Em dixwazin dewlet vê pirsgirêkê çareser bike."

Li gorî rapora heman platformê sala 2024an Colemerg di hewayê pîs de di rêza yekem de bû heman demê nexweşî û mirinên ji ber hewayê nepaqij jî herî zêde li vê parêzgehê çêdibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst