Mesrûr Barzanî: Bila Remezan bibe meha xêr û xweşiyê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Meha Remezanê Rojî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê meha Remezanê pîroz kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hatina meha Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîr di peyama xwe de hêvî xwest ku meha Remezanê bibe meha xêr, xweşî, aştî û bexşandinê.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got, "Em ji Xwedayê Mezin dua dikin ku rojî û îbadetê hemû aliyan qebûl bike."

Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê roja yekem a meha Remezanê diyar kir.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, çarşem roja yekem a meha Remezanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst