Li Dîlokê 2 birayan bavê xwe kuşt

17-03-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Tilbişar Muslum Açikbaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tilbişarê ya parêzgeha Dîlokê, du birayan ji ber pirsgirêka mîrat û erdan bavê xwe kuşt.

Li gundê Yonayê yê navçeya Tilbişarê, îro ji ber pirsgirêka mîrat û erdan di navbera H.A. (32) û A.A. (37) û bavê wan Muslum Açikbaşê 59 salî de nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de H.A. û A.A. bi kêrê li bavê xwe da û ji çend cihan ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Muslum Açikbaş veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Tilbişarê.

Lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Her du bira H.A. û A.A. ji aliyê cendirmeyan ve hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst