Di navbera endamên Komeleya Zehmetkêşan de şer derket

17-05-2020
RÛDAW
 Şer li çiyayên Dola Rustê ya Balakayetî rû daye
Şer li çiyayên Dola Rustê ya Balakayetî rû daye
Nîşan Komeleya Zehmetkêşan Pêşmerge Kurdistan Serokatiya Kurdistanê Balakayetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera komela Zehmetkêşanê Kurdistanê de şer derketiye û kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê Rûdawê li sînorê Qeza Soran ragihand ku li çiyayên Dola Rustê ya Balakayetî di nav  komeleya Zehmetkêşan de şer derket.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê di encama wî şerî de pêşmegeyekî canê xwe ji dest da û yekê din jî birîndar bû.

Serperştiyarê Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê , Osman Xelîl ji Rûdawê re ragihand, heta negihiştine cihê bûyerê û sedema derketina şer nizanin.

Osman Xelîl diyar kir ku li gor zanyariyên wan, kesekî teqe kiriye û bi wê sedemê kesekê canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst