DÎLOK - Di kargehê de teqîn çêbû: Birîndar hene

17-05-2025
RÛDAW
Nîşan Dîlok Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di kargeha çêkirina xalîçeyan de teqîn çêbû û di encam de 7 karker birîndar bûn.

Li 2yemîn Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê di kargeha çêkirina xalîçeyan de qazana hilmê teqiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku ji ber teqînê 7 karker birîndar bûne û tîman ew birin nexweşxaneyên cuda.

Li gel vê yekê zerer gihiştiye 3 otomobîlên li ber dîwarê kargehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst