Rêveberê Ava Îlamê zengila hişyariyê lêda

17-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Saziya Avê ya Îlamê ragihand ku îsal bikaranîna avê li wê parêzgehê %15 zêde bûye, ji ber wê zengila hişyariyê lêda. 

Rêveberê Ava Îlamê Perwîz Nasirî got, xelkê Îlamê bêhtir ji asta navendî ya Îranê avê bikar tînin û di her 24 demjimêran de 350 lîtrên avê bikar tînin.

Berpirsên Îlamê dibêjin tora dabeşkirina avê kevn e û ew yek dibe sedem ku rêjeyeke zêde ya avê vala biçe.

Rêveberê Ava Îlamê herwiha got ku yek ji pirsgirêkên sererke yê wê kêmbûnê, rakêşa boriya avê bû bi şêwazekî neyasayî, tevî ku ew kar kêm bûye lê hê jî berdewam be .

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst