Li Efrînê fermandarekî Emşatê hat kuştin

17-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Cindirês yê ser bi Efrînê ve, termê fermandarekî grûpa Silêman Şah ku bi Emşat tê naskirin hat dîtin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 17ê Temûza 2023an, li bajarokê Cindirêsa Efrînê, termê fermandarê grûpa Emşatê Emmar Mihemed el-Umer Ebû Reşa hat dîtin.

Ew çavkanî didin zanîn ku Emmar Mihemed el-Umer Ebû Reşa bi çend gulleyan hatiye kuştin, lê heta niha jî nehatiye zanîn çi alî yan kê ew kuştiye.

Li gor heman çavkaniyan, polîsên medenî û serbazî şaneyên terorîst li navçeyê bi kuştina Ebû Reşa tohmetbar kirin, lê kesên nêzîkî fermandarê kuştî Mihemed el-Casim naskirî  Ebû Emşe fermandarê grûpa Silêman Şah bi kuştina Emmar Mihemed Ebû Reşa tohmetbar dikin, ku berî çend rojan nakokî di navbera herdûyan de çêbûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst