Xwendevanên Kurd di ezmûnên bekeloriya Sûriyê de yekem derketin

17-07-2023
RÛDAW
Xwendevanên Kurd di ezmûnên bekeloriyaya Sûriyê de yekem derketin
Xwendevanên Kurd di ezmûnên bekeloriyaya Sûriyê de yekem derketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê Sûriyê encamên ezmûnên bekeloriyayê eşkere kirin û hejmareke xwendekarên Rojavayê Kurdistanê di wan ezmûnan de serkevtî bûne.

Perwerdeya hikûmeta Sûriyê encamên ezmûnên pola 12an ragihandin.

Wezîrê Perwerdeyê Dr. Darm Tebaa di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ku rêjeya derçûyan ên beşa zanistî %66.33 ye û beşê wêjeyî jî %68.68 e.

Dr. Darm Tebaa da zanîn ku di beşê zanistî de 33 xwendekaran notên temam anîne û ji wan 13 xwendekar ên parêzgeha Laziqiyê ne, di beşê wêjeyî de jî pileya herî bilind ya xwendekarekî parêzgeha Laziqiyê ye ku 2 nimre mabûn notên temam bidest bixe.

Wezîrê Perwerdeyê her wiha got, rêjeya derçûyan di Bekeloriya Şerhî de %77.40 e, Bekeloriya Pîşeyî ya Jinan de jî %78.28 e, di Bekeloriya Pîşesazî de jî %67.82 û Bekeloriya Bazirganî jî %68.37 e.

Yek ji Xwendevanên serkeftî Birwan Mihemed Elî ye. Birwan ji Qamişlo ye ji 240an, 238.8 not anîne. Birwan li dibistana Irûbe ya taybet xwendiye.

Xwendevaneke din jî tevî ku dûrî bajarê xwe ye li Helebê nimreyên gelek baş bi dest xistin.  Ew jî Lorîn Ezîz Hesen e, ji gundê Xulalka yê Bilbila Efrînê ye li Helebê dimîne. Lorîn Ezîz Hesen 236 ji 240an bi dest xistiye.

Birwan Mihemed Elî û Lorîn Ezîz Hesen beşdarî bultena Rûdawê bûn û behsa xwendina xwe kirin.

Birwan Mihemed Elî got: “Em di rewşên gelek dijwaran de dixebitin û gelek caran elektirîk nebû. Min rojane herî kêm 10 saetan xwendin dikir. Ez li hêviya encameke baş bûm lê min evqas jî hêvî nedikir. Ji ber ku dibistan nînin pêwîstî bi kursan heye û mirov bi serê xwe nikare her tişt fêm bike.”

Lorîn Ezîz Hesen jî diyar kir ku wê gelek zehmetî dîtin û wê her roj 6 demjimêran dixwend û got: “Eger mirov hedefekê danî li ber xwe dê bigihêje wê hedefa xwe. Ez dixwazim beşa tendirustiyê bixwînim daku alîkariya kesên hêjar bikim. Ez dixwazim herim Şamê bixwînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst