Erdogan: Kurdên Sûriyeyê jî birayên me ne

17-07-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Rojavayê Kurdistanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê got, “Wekî welatiyên me yên Kurd ên di nav sînorên me de Kurdên li Sûriyeyê jî birayên me ne.”

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew dê rê nedin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê “li ser sifra Siyonîzmê bibin meze.”

Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Serokkomarê Tirkiyeyê piştî civînê gotarek pêşkêş kir û behsa pêşhatên li Sûriyeyê kir.

Erdogan diyar kir ku polîtîkaya wan a bingehîn parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye û got, “Me razîbûna xwe ji bo perçekirina Sûriyeyê nîşan neda û em dê nîşan nedin jî.

Em dê bi birayên xwe yên Sûriyeyî re rê li ber vê yekê bigirin.”

"Îsraîl dewleteke terorê ye"

Erdogan amaje bi êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî kir û got:

"Îsraîlê Durzî kirin hincet û êrişî Sûriyeyê jî kir. Îsraîl dewleteke terorê ya ku hiqûqê nas nake. Pirsgirêka herî mezin a herêma me êrişkariya Îsraîlê ye.

Ev êrişkarî dê ti carî neyê jibîrkirin. Heke ku cinawir demildest neyê rawestandin, ew dê dudilî nebe ku pêşî herêma me û paşê jî cîhanê bavêje nav agir."

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn ew ku bi rêya telefonê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re axiviye û ew hemû pêşhatên li qadê, bi taybetî yên li herêma Siwedayê dişopîne.

"Heger pêwîst be em diaxivin"

Erdogan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û got ku ew di hewldaneke cidî de ne ji bo rizgarkirina welêt ji "terora cudaxwaz" û wiha pê de çû:

"Em di nav hewldaneke cidî de ne ku welatê xwe ji qeyda terora cudaxwaz rizgar bikin.

Heger ji bo vê yekê pêwîstî bi rîskgirtinê hebe em rîskê digirin, heger pêwîstî bi bikaranîna hêzê hebe em bi kar tînin, heger pêwîstî bi axaftin û hevdîtinê hebe em bêyî dudilî dikin.

Em ti carî ne li pey îqbala siyasî ne."

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha behsa axaftina xwe ya li Kizilcahamamê kir û got, peyamên wî yên derbarê "tifaqa Tirk-Kurd-Ereb" de hinek alî aciz kirine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst