Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya ji parêzgeha Dihokê, “Bi dronê êrişî Parzûngeha Petrolê ya Mexarayê ya li navçeya Şêxanê ya Dihokê hat kirin.”
Çavkaniyê ewlehiyê ji parêzgeha Dihokê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li navçeya Şêxanê dronek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye xistin.
Wî çavkaniyî her wiha got, “Hêzên ewlehiyê yên li derdora parzûngehê bi çeka BKCyê gule li dronê reşandine û ew xistine.”
Li gorî heman çavkaniyê, “Piştî ku gule lê hat reşandin, berê dronê guherî û di encama êrişê de ti ziyanên canî û madî çênebûn.”
Li ser torên civakî hatibû belavkirin ku êrişî Parzûngeha Petrolê ya Şêxanê hatiye kirin.
Rûdawê pêwendî bi Şêwirmendê Asayîşa Kompanyayên Petrolê yê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî Karwan Baban re kir û wî ragihand ku ti êriş li Parzûngeha Petrolê ya Şêxanê nehatine kirin.
Karwan Baban anî ziman:
“Polîsên Parastina Saziyên Petrolê û hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina parzûngehên petrolê di amadebaşiyeke tam de ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse