Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayên ku sala 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn Kanûna Paşîn a 2018an di êrişekê da canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her 5 gerîlayan wiha ne:
Arjîn Garzan: Navê wê yê fermî Bêrîvan Ata ye. Ji Bedlîsê ye, navê dêya wê Senayet û navê bavê wê Ebdurrahîm e.
Lorîn Gelawêj: Navê wê yê fermî Gulcan Gozeten e. Ji Agiriyê ye, navê dêya wê Zehra û navê bavê wê Sefer e.
Zenda Avesta: Navê wê yê fermî Ferîde Çesen e. Ji Agiriyê ye, navê dêya wê Naîme û navê bavê wê Mehmet e.
Berbang Çiyager: Navê wî yê fermî Îlyas Binbirdag e. Ji Wanê ye, navê dêya wî Nazalîn û navê bavê wî Teymur e.
Nalîn Evîn: Navê wê yê fermî Evîn Yuce ye. Ji Colemêrgê ye, navê dêya wê Naîme û navê bavê wê Necdet e.
Her wiha Arjîn Garzan 2012an, Lorîn Gelawêj 2013an, Zenda Avesta 2013an, Berbang Çiyager 2014an û Nalîn Evîn jî 2014an tevlî refên gerîlayan bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse