'Ceribandina civakî' ya li ser zarokên Kurd rastî nerazîbûneke mezin hat

17-08-2020
RÛDAW
Zarokên Amedî hevkariya wan kesan dikin û xwarinê bo dabîn dikin
Zarokên Amedî hevkariya wan kesan dikin û xwarinê bo dabîn dikin
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Zarokên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev demeke li bajarên Bakurê Kurdistanê, hinek kesên ku xwe weke Youtuber didin naskirin, li kolanan hinek ceribandinan dikin.

Li gor wan, ew dixwazin piştrast bikin ka xelkê deverê çiqasî mêvanperwer, xwedî wijdan û medenî ye. Ev yek bûye sedema nerazîbûna xelkê Bakurê Kurdistanê, rewşenbîr, bîrmend û saziyan.

Ew dibêjin, armanceke siyasî li pişt van karan heye û girêdayî nerîna serdestane ya li hemberî Kurdan e. Baroya Amedê jî bal kişande ser binpêkirina mafên zarokan û daxwaz kir ku ew vîdyo dûbare neyêne belavkirin.

Li Ameda Bakurê Kurdistanê, di ceribandineke civakî de du gencên Tirk ên Youtuber ku dibêin ew ji Stenbolê hatine, pere li gel nemaye û cihek nîne lê bimînin, daxwaza hevkariyê li zarokên Kurd dikin.

Ew zarokên Amedî ku agahiya wan jê nîne dîmenên wan tên tomarkirin tevî biçûkiya temenê xwe bi dilekî mezin hevkariya wan gencên Tirk dikin û xwarinê bo dabîn dikin.

Youtuberê bi navê Mert Karakaş di wan dîmênên hatine tomarkirin de dibêje, “Qewet be. Ez dikarim tiştekê bipirsim? Min ti pare nînin, gelo cihek heye ku ez lê xwarinê bixwim? An jî tu dikarî ji min re xwarinê bikirî?”

Yek ji wan zarokên Kurd jî wiha bersiva wî kesî dide, “Saxbî! Keremke bipirse. Ez dê ji te re bikirim.”

Her çiqas ew dîmen di torên civakî de ji aliyê gelek kesan ve hatin belavkirin jî, lêbelê hejmareke zêde ya xelk, hunermend û rewşenbîrên Kurd nerazîbûn nîşanî wan dîmenan dan.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê daxwaz kir ku ew cure vîdyo neyên belavkirin li hejmara xwe ya Twitterê ragihand ku girte vîdyoyên bi vî rengî “berhemên dîtineke serdestane ye û binpêkirina mafên zarokan e.”

Ne tenê Baroya Amedê, hejmareke hunermend û kesayetên diyar ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û xelkekî zêde li torên civakî nerazîbûna xwe li hember wê “ceribandina civakî” nîşan dan.

Yek ji wan Hunermend Servet Kocakaya ye ku li hejmara xwe ya Twitterê got, “Em pirsên siyasî-civakî yên Tirkiyê bi ceribandina civakî ya kesekî ku dibêje “ez bircî me” tênagihijin. Eger ne parsektî be li her dera cîhanê destê alîkariyê bo kesekî bircî tê dirêjkirin. Divê wêrekî bê nîşandan û li cihê rast mijarên rast bên hilbijartin.”

 

 

Ew hunermendê Kurd ku xelkê Çewlîga Bakurê Kurdistanê ye, di twiteke din de pêşniyazekê li wan kesên Tirk dike ku ceribandinan li bajarên Bakurê Kurdistanê dikin û dibêje, “Pêşniyazek bo wan hevalên dixwazin peyama aştî û biratiyê bidin; Li kafeteryayeke bajarekî şîrîn ê Anatolyaya Navîn, straneke Kurdî lê bidin. Vîdyoya wan birayên me yên delal bigirin ku tevî Kurdî nizanin di rûyên wan de gul vedibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst