Li Sêrtê 9 kes birîndar bûn

17-08-2025
Nîşan Sêrt Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê di encama wergerîna otomobîleke tîcarî de 9 kes birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.

Otomobîla tîcarî ya bi plakeya 56 AAZ 488 a ku A.Y.T. diajot, li ser rêya Misirc-Êlihê li nêzîkî gundê Saertayê wergeriya.

Di qezayê de ajokar û 8 kesên din ên di otomobîlê de birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê hatin kirin.

3 birîndarên ku rewşa wan giran bû, piştî midaxeleya destpêkê veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst