Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Elî Hiso helbestvanekî welatparêz û kurdperwer bû. Hiso ku wek “Nûjen” jî dihat naskirin, di hemû helbestên xwe de navê Kurdistanê pîroz radigirt û hozanên xwe diyarî şehîdên wê dikirin.
Nûjen rêya serbestiya Kurdan di yekîtî û tifaqa wan de didît. Tekezî li ser zimanê kurdî dikir û bindestî wek nexweşiya herî xerab didît.
Di hiş û dilê Nûjen de Kurdistan ne çar, lê yek dil û parçe bû. Lewma wî ti cudahî nedixist nav wan parçeyan. Şehîdên Kurd ji hemû alî û parçeyan pîroz didîtin. Serkirde û têkoşerên Kurd ên cuda bi peyvên xwe yên agirîn nemir dikirin.
Hiso digot: “Divê mirovê Kurd bi hişmendiyeke kurdî bifikire û tev bigere. Divê dil û mêjiyê xwe ji dagîrkariyê paqij bike.”
Nûjen di sala 1957an de helbesteke xwe ya qeşeng bi navê “Kurdistan” nivîsî ku tê de pesinê hêjatî û bedewiya Kurdistanê dide, herwiha tê de dinale ji ber ku keç û xortên Kurdan ji xêr û bêrên welatê xwe bêpar in û neyaran destên xwe daniye ser.
Hiso di vê helbesta xwe diyar dike ku Kurdistan buhişt û rûmeta gelê Kurd e û wiha dibêje:
Kurdistanê tu şêrîn û hêja yî
Ne wek şekir û şîr û bav û da yî
Milk û mal û zarok tev de bi qurban
Rih û canê’m ji bo te her fîda yî
Bi jarî bes binale ez bi gorî
Dizanim ku tu bindesta çenda yî
Qada te wek buhiştê ez dinasim
Çîçek û nêrgizan tê de pal dayî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse