Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, îro Înê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Medyaya PKKê belav kiriye, “Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhet şehîd bû.”
Li gor ku medyaya PKKê ragihandiye, Yasîn Bulut “ji ber pirsgirêkên tenduristiyê” serdana bajarê Silêmaniyê kiribû.
Piştî êrîşê hêzên polîs gihîştin cihê bûyerê û cenazeyê Ş. Şukrî Serhed bo Pizîşkiya Dadê ya Silêmaniyê hatiye veguhastin.
Ajansa nûçeyan a Firat ragihandiye, ku “êrîş ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve” hatiye pêkanîn.
Yasîn Bulut di sala 1957an de li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû û sal 1978an tevlî refên PKKê bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse