Li Koyeyê otomobîlek hat bombebarankirin: Mirî û birîndar hene

17-10-2023
RÛDAW
Otomobîla ku hatiye bombebarankirin
Otomobîla ku hatiye bombebarankirin
Nîşan Koye Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Koyeyê ya Hewlêrê otomobîlek hate bombebarankirin, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

Otomobîleke taybet li pişt Çiyayê Heybet Sultanê yê qezayay Koyeyê ji aliyê dronekê  ve hat bombebarankirin.

Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku li gorî zanyariyên destpêkê şofêr jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberê Tenduristiyê yê Koyeyê Dr. Kameran Ebas li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî

Dr. Kameran Ebas ragihand ku du birîndar anîne Nexweşxaneya Koyeyê, yek du parçe li sînga wî ketibûn û canê xwe ji dest da û yê din parçeyekî biçûk li serê wî ketiye û birîna wî sivik e.

Abbas da zanîn ku der barê nasnameya kesên di otomobîlê de ti agahî nînin.

Herwiha Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Koye Dr. Şêrwan Celal ragihand, di wê otomobîlê de 4 kes hebûn ku 3 ji wan jin bûn û şofêrê wê jiyana xwe ji dest da û 3 jinên din jî birîndar bûn.

Celal da zanîn ku kesên di otomobîlê de agahî dane wan ku ji Ranya hatine û xwestine biçin Kampa Mexmûrê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst