Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin alaya me peyama aştiyê bide

1 demjimêr berê
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Roja Alaya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma Roja Alayê de ragihand ku ew dixwazin alaya Kurdistanê her tim peyama aştiyê bigihîne hemû cîhanê.

Li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi boneya Roja Alaya Kurdistanê merasîmeke taybet ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê hat lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de axivî û peyamên girîng dan.

"Nûkirina peymana ji bo azadiyê ye"

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku bîranîna Roja Alayê, nûkirina peymana ji bo azadiyê ye û got:

"Ev roj, roja rêzgirtina li wan hemû şehîdan e ku di rêya parastina ax û rûmeta Kurdistanê de canê xwe feda kirine.

Ala, nîşana xebat û qurbanîdana bêdawî ya gelê Kurd e.

Em dixwazin alaya me her tim peyama aştiyê, pêkvejiyanê û aramiyê bigihîne hemû aliyan."

"Ala nasname û sîwana yekîtiyê ye"

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Alaya Kurdistanê sembola yekîtiyê û nasnameya gel e û bi xwîna şehîdan hatiye parastin û îro bûye cihê şanaziya hemû Kurdistaniyan û wiha axivî:

"Alaya Kurdistanê nasnameya gelê Kurdistanê ye û sembola raborî û paşeroja me ye.

Ev ala, hemû bîr û rayên ciyawaz, hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên li Kurdistanê li jêr sîwana xwe kom dike.

Hêza me di yekîtî û pêkvejiyana me de ye.

Erkê me ye ku em vê alayê bilind rabigirin û welatê xwe ber bi paşerojeke geştir ve bibin."

"Kurdistan bi zanist û zanînê tê avadan"

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi girîngiya pêşketin û zanistê kir û got:

"Kurdistan bi zanist û zanînê tê avadan. Em dixwazin welatê xwe bi pêş bixin û bikin nimûneyeke geş a aramî û pêşketinê li herêmê.

Em dixwazin alaya me peyama aştiyê bide. Kurdistan wekî her tim dê bibe faktora aramiyê û pira lihevtêgihiştinê.”

Tevahiya axaftina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vî rengî ye:

“Pêşmergeyên qehreman,

Roja Alaya Kurdistanê li we hemûyan pîroz be.

Îro dema em Roja Alaya Kurdistanê bi bîr tînin, ev ne tenê bîranîna rojekê di salnameyê de ye, her wiha îro roja nûkirina peymanê ye ji bo wê sembola ku nasnameya hebûn, dîrok, xebat û xeyalên me yên ji bo azadî û jiyaneke serbilind şênber dike.

Alaya Kurdistanê nasname û sîwana gelê Kurdistanê û bîranîneke zindî ye. Ev ala şahidê rêyeke dûr û dirêj a bêhnfirehî û xweragiriya gelê me ye.

Di rojên dijwar ên xebatê de, li ser lûtkeyên çiyayan û li nav bajar û gundan, ewladên we ev ala bilind ragirt û bi xwîn û xebata xwe parastina mafê man û jiyana gelê xwe kir.

Îro bi şanaziyê em dibînin ku ev ala li ser saziyên Herêma Kurdistanê, li dibistan û zanîngehan, li nexweşxane û navendan li ba dibe.

Ev belgeya wê serkeftinê ye ku bi xwîna şehîdan, qurbanîdana Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi dest hatiye.

Kurdistaniyên ezîz,

Di Roja Alayê de peyama me zelal e: Hêza rasteqîn a Kurdistaniyan di tebayî, pêkvejiyan û yekrêziya me de ye.

Ev ala me hemûyan bi ciyawaziya bîr û baweriyên siyasî û olî û hemû neteweyên ku li Kurdistanê dijîn, li bin siya xwe kom dike.

Divê em hemû ji bo Kurdistaneke aram ji bo hemû netewe, ol û pêkhateyan,  Kurdistaneke dadperwertir û li hemberî astengiyan bihêztir mil bi mil kar bikin.

Wefadariya rasteqîn a ji bo xwîna şehîdan û qurbaniyên gelê Kurdistanê tenê bi dirûşman nabe.

Ew bi parastina destkeftiyan, bi çespandina serweriya yasayê û bi avakirina saziyên bihêz ji bo xizmetkirina baştir a welatiyên Herêma Kurdistanê pêk tê.

Ciwanên xweşewîst ên Kurdistanê,

Alaya Kurdistanê ne tenê sembola raboriyê ye, di heman demê de alaya paşerojê ye, ev peyama hêvî û omîdê ye ji bo we.

Nîştiman pêdivî bi zanist, vejîn, afirînerî û xewnên we heye. Kurdistan bi zanist û zanînê, bi kar û xebatê û bi aboriyeke bihêz ava dibe.

Di demekê de ku em bi şanaziyê alaya xwe bilind dikin, peyama xwe ya ji bo hevparî û şirîkatiya destûrî di Îraqa federal û demokratîk de dubare dikin.

Em dixwazin ev ala her tim peyama aştî, guftûgo, pêkvejiyan û cîrantiya baş bigihîne. Kurdistan wekî her tim dê bibe faktora aramiyê û pira lihevtêgihiştinê.

Di vê roja pîroz de em serê xwe ji bo şehîdên Kurdistanê ditewînin ku ev ala bi xwîna xwe neqişandine.

 Silav û rêz ji bo Pêşmergeyên me yên qehreman ku parêzerên vê ax û alayê ne.

Em sozê didin ku her tim parêzerên yekrêzî û destkeftên xwe bin û alaya Kurdistanê her li ba bihêlin.

Bilind û li ba be, alaya pîroz a Kurdistanê.

Gelekî spas.” 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst