Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê kesekî ku ji Stenbolê çûbû serdana meta xwe ya 83 salî, ew li li mala wê da ber kêrê û kuşt.
Bûyer li taxa Irmakliyê ya navçeya Darendeyê ya Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê çêbû.
Li gorî zanyariyan Burak Kurnazê 35 salî ku li bajarê Stenbolê dijiya çû serdana meta xwe ya 83 salî Emîne Gurbuzê.
Lê ji ber sedemeke nediyar di navbera Kurnaz û meta wî ya 83 salî de nîqaş derket.
Piştî nîqaşê Burak Kurnaz meta xwe da ber kêrê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û di pişkinînên destpêkê de diyar bû ku pîra 83 salî miriye.
Kurnaz piştî bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin û piştî karûbarên îfadeyê bi biryara dadgehê hat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse