Serokê PWKyê: Kurd ne bêxwedî ne

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PWK Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, civînên dawî yên li Başûrê Kurdistanê yên bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî û serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê wekî "îlana yekrêziya nav mala Kurd" bi nav kir.

Ozçelîk her wiha ragihand ku ev hevdîtin nîşana wê yekê ne ku "Kurd ne bêxwedî ne" û bangî hemû aliyan kir ku rêzê li vîna Rojavayê Kurdistanê bigirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, derbarê civînên dîrokî yên ku 17ê Kanûna Paşîn a 2026an li Herêma Kurdistanê pêk hatin daxuyaniyek belav kir.

Ozçelîk bi bîr anî ku civîna li "Serê Bilind" bi mazûvaniya Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl, Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barack pêk hatiye.

Her wiha amaje bi hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron û şandeya Rojavayê Kurdistanê re kir.

"Îlana yekrêziya nav mala Kurd e"

Mustafa Ozçelîk ev trafîka dîplomatîk wekî gaveke dîrokî nirxand û got:

"Van hevdîtinên navneteweyî û civîna şandeya Başûr û Rojavayê Kurdistanê ya bi Tom Barack re, nîşana xwedîlêderketina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev nîşan û îlana wê yekê ye ku Kurd ne bêxwedî ne û îlana yekrêziya nav mala Kurd e."

Ozçelîk destnîşan kir ku yekrêzî dê di qada navneteweyî de destê Kurdan xurtir bike, dostan zêde û dijminan kêm bike.

Banga bicihanîna biryarên Konferansa Qamişloyê

Serokê PWKyê bal kişand ser "Konferansa Qamişloyê" ya ku 26ê Nîsana 2025an hatibû lidarxistin û xwest ku biryarên wê bên bicihanîn.

Ozçelîk wiha axivî:

"Em bangî  hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku li ser bingeha çarçoveya siyasî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatiye diyarkirin, biryarên konferansê bi cih bînin.

Ji bo ku Heyeta Temsîlî ya ku hatiye hilbijartin, li gel Birêz Mezlûm Ebdî wekî nûnerê gelê Rojavayê Kurdistanê yê xwedî desthilat, di hemû waran de bibe mixetabê Rêveberiya Şamê û hemû dewletên cîhanê, em bangî partiyan dikin ku demildest helwesteke yekgirtî nîşan bidin."

Hişyarî ji bo Tirkiye û PKKyê

Mustafa Ozçelîk di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hewldanên têkdana vê yekrêziyê û got:

"Dewleta Tirkiyeyê divê rêzê li îradeya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bigire. Ev hewl û siyaseta dewleta Tirkiyeyê nayê qebûlkirin.

Her wiha Ocalan, PKK û hemû partî, kesayet û siyasetmedarên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê jî divê bê qeyd û şert, rêzê li biryar û îradeya Konferansa Qamişloyê bigirin û midaxaleyî vê îradeyê nekin."

Ozçelîk di dawiyê de hêviya xwe anî zimên ku civîna bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî bibe destpêka koordînasyoneke xurt di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst