Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo rêgiriya li ber belavbûna vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) li Rojavayê Kurdistanê, hin rêkar û rênima ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine stendin, ji wan jî, kombûnên li aheng, yaneyên sporê, mizgeft û konên şînan hatine qedexekirin. Herwiha Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî soz daye ku ligel Rêveberiya Xweser alîkar be.
Rêveberiya Xweser li hemberî belavbûna vîrusa koronayê, ji bo rêgirîkirina li ber belavbûna wê nexweşiyê, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmarek ji rêkarên bisûd dane ber xwe.
Derbarê vê mijarê Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, doktor Menal Mihemed, ji Rûdawê re ragihand ku: “Baştirîn rêkar ew e ku welatî xwe ji kombûnan dûr bixin û xwe û kesên derdora xwe biparêzin. Her yek ji aliyê xwe ve jî, di vê rûbirûbûnê de, li dijî belavbûna virusa koronayê alîkar û beşdar be.”
Dr. Menal Mihemed tekezî li ser wê yekê jî kir ku pêwîst e rijdbûn li ser paqijî û pakiyê bê kirin û mana di malê de, xweparastineke herî hêja ye.
Mihemed herwiha got: “Ji ber ku heta niha ti rewşa tûşbûna bi virûsa koronayê li Rojavayê Kurdistanê peyda nebûye, qedexeya giştî ya tevgera çûnûhatinê nehatiye ragihandin, lê belê kombûna li ahengan û yaneyên werzişî û mizgeft û peristgehan hatiye qedexekirin. Biryar e ku hol û navendên girtî, çayxane, qehwexane û xwaringeh jî bêne girtin. Berî wê jê deriyên sînorî hatibûne girtin.”
Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Herêma Cizîrê herwiha diyar kir ku wan naxweşxane û navend ji bo pêşwaziya kesên cihê gumanê ku tûşî koronayê bibin, amade kirine, li wan navendan jî, kar li ser çavdêriya tendirustî û ezmûnkirina wan kesan wê bi awayekî cidî bê kirin û heman navend wê ji bo karantînakirina tûşbûyan bêne bikaranîn.
Bi gotina Mihemed di wê çarçoveyê de jî, nexwaşxaneyên taybet dê alîkar bin.
Ji bo heman mebestê, tîmên pispor hatine damezrandin û Rêveberiya Xweser dest bi kampeynên pakirina navendan kiriye û dikeve warê pakirina nava bajar û bajarokan.
Lê di warê derman û amêrên pêwîst de, ji bo rûbirûbûna koronayê kêmbûn heye, lê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî soz daye ku ligel wan alîkar be, ji bo ezmûnkirina nimûneyên gumanlêkirî û kesên tûşbûyî herwiha ji bo peydakirina pêdawîstiyên taybet bi vê rewşê.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê herwiha got: “Tîmên bijîşkî di amadebaşiyê de ne û weke seferberiyekê di warê bijîşkî û tendirustî de hatiye ragihandin, lê Hikûmeta Sûriyê di vî warî de ti hevahengî û alîkariyê ligel Rêveberiya Xweser nake, bi berevajî wê yekê jî, eger kesek ji têmên bijîşkî û tendirustî yên hikûmetê ligel navendên tendirustî yên Rêveberiya Xweser kar bike yan alîkar be, Hikûmeta Sûriyê wan siza dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse