Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Urmiyeyê jin û keçen Kurd bi cil û bergên Kurdî meşaleyên agirî serperiştiyarê reûresmên Newrozê dikin.
Ji ber meha Remezanê îsal rêûresmên Newrozê hatine pêşxistin.
Li bajarokê Dizeyê yê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi sedan jinên Kurd beşdarî merasîma Newrozê bûne û ahenga Newrozê digerînin.
Yek ji muxtarên Dizeyê yê Urmiyeyê Ferhad Xoramî diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in û şad in.
Xoramî ragihand ku Newroz roja şadiyê û kêfxweşiyê ye û hemû xelk bi germî beşdarî rêûresmên Newrozê bûne.
Meha Remezanê û daketina pileya germê rê li ber şahiya xelkê nagire.
Herwiha welatiyê bi navê Harûm Rûhanî jî got ku herçend meha Remezanê ye jî ew bi germî beşdarî reûresmên Newrozê bûne û xelkê jî bi germî pêşwaziya Newrozê kiriye û ew gelekî kêfxweş in.
Yek ji cudahiyên rêûresmên Newroza îsal li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê jî ew e ku jin wekî rêkxer, rêveber, beşdarên çalakiyên Newrozê ne.
Beşdariya jinan sal bi sal zêdetir dibe
Çalakvanê çandî û beşdarê rêûresma Newroza Dizeyê Ersalan Newrozî jî bal kişand ser wê yekê ku beşdariya jinan a di Newrozê de berawird li gorî salên din gelekî baştir e û sal bi sal Newrozên wan xweştir û geştir dibin.
Li aliyê din 2 endamên Encûmena Parêzgeha Urmiyeyê jî dibêjin ji ber di rêûresmên fermî yên Newroza parêzgeha Urmiyê de ziman û çanda Kurdan li ber çavan nehatiye girtin ew dê beşdar rêûresmên fermî nebin.
Lê belê wê ligel xelkê xwe mil bi mil govendê bigerînîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse