Li Amedê otomobîl wergeriya: 9 kes birîndar bûn

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê otomobîlek wergeriya û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Ahmet Z. diajot li navçeya Sûrê ya Amedê wergeriya.

Di qezayê de şofêr û 8 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Ji birîndaran 4 zarok in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tînên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Hat gotin ku rêwî ji navçeya Hênêyê bi rê ketine ku herin dewateke li navçeya Pîranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst