Siyamend Haco: PYDyê xwe bi awayekî erênî guhertiye

18-06-2025
RÛDAW
 Serokê Eniya Kurdistanî ya Sûriyeyê Siyamend Haco / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Serokê Eniya Kurdistanî ya Sûriyeyê Siyamend Haco / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Siyamend Haco Rojavayê Kurdistanê PYD Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û Serokê Eniya Kurdistanî ya Sûriyeyê Siyamend Haco ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwe bi awayekî erênî guhertiye.

Siyasetmedarê Kurd Siyamend Haco ku piştî 47 salan çûbû Rojavayê Kurdistanê,  bû mêhvanê Rûdawê û qala warê bav û kalên xwe û rewşa li Rojavayê Kurdistanê kir.

Siyamend Haco diyar kir ku wî bawer nedikir ku ew dê rojekê vegere Rojavayê Kurdistanê û ev serdan ji bo wî wekî xewnekê bû.

Siyamend Haco da zanîn ku di serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê de, ew pêşî çûye goristana Haco û ev serdan gelekî bi wate bû.

“Haco mane lê gelekî kêm in”

Siyamend Haco bal kişand ser wê yekê ku ji Hacoyan hinek kes mane lê gelekî kêm in.

Haco qala rewşa xirab a Tirbespiyê kir û got:

“Xanî û kolanên Tirbespiyê xerabe bûn, feqîrtî hebû. Ez ji rewşa Tirbespiyê matmayî bûm.

Mala me li Tirbespiyê vala ye.

Zêdetirî 100 mewên me hebûn lê dareke tenê maye, yek pê diêşe.”

“Hejarî heye”

Haco bal kişand li ser hejariya li Rojavayê Kurdistanê anî ziman ku zehmetiya ku xelkê Rojavayê Kurdistanê tê de dijî wî gelekî diêşîne lê xewna wî pêk hat û got:

“Rêjeya hejariyê li Rojavayê Kurdistanê bilind bûye. Hinek zarok ji ber feqîrtiyê naçin dibistanê.”

Bi gotina Siyamend ew bi zarok, gundî û karkeran re axiviye û wî hewl daye ku ji nêz ve rewşa wan bibîne.

“Guherînek çêbûye û ez baş hatim pêşwazîkirin”

Siyasetmedarê Kurd li ser rewşa siyasî û civakî ya li Rojavayê Kurdistanê jî amaje bi wê yekê kir ku atmosfera siyasî ber bi azadiyê ve diçe û got:

“Guherînek çêbûye, ez baş hatim pêşwazîkirin. Kesên wekî min jî (rexnegir) dikarin bi serbestî herin Rojavayê Kurdistanê.

“Divê em vî welatî ava bikin”

Haco bangawaziyek ji bo yekîtî û hevkariyê ji bo bipêşxistina Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Divê em vî welatî ava bikin, ne xera bikin.”

Herî dawî Haco diyar kir ku ew bi partiyên cuda re rûniştiye û rexneyên xwe anîne ziman û got:

“PYDyê xwe bi awayekî erênî guhertiye”

“PYDyê xwe bi awayekî erênî guhertiye. Bûyerên wekî Amûdê dubare bibin ez dê dîsa li dijî wan derkevim.

Zarok dihatin revandin lê îro ev tişt nabin. Ew hatine guhertin û ez jî mecbur im li gorî wê yekê helwesta xwe biguerînim.

Lê sibe ev tişt dubare bibin ez jî dê dîsa rexneyên xwe dubare bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst