Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, derxistin û têkdana asewarên dîrokî bûye diyardeyeke rojane û ew asewar bi awayekê sîstematîk tên jinavbirin.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê û herwiha saziyên din ên sivîl, li Efrînê pêvajoya jinavbirina asewarên dîrokî ku nasnameya herêmê diparêzin bi şêweyekî plankirî tê kirin.
Li nêzîk gundê Birc Evdalo bi traksê asewarên dîrokî ku temenê wan vedigere bo hezaran sal berî niha, tên têkdan.
Herwiha li çend Kurdên Êzidiyan jî li Efrînê, mezargeh, ziyaret (tirb) û goristanên kevnar ên Kurdên Êzidî bi awayekê sîstematîk tên jinavbirin.
Roja 10ê Tîrmehê, hêzên Tirkiyê rêyên ku diçin Girê Cindirêsê girtine û nêzîkbûna li deverê ji xelkê qedexe kirine, ew yek bi hinceta ku ew dê baregehe serbazî li ser wê girê çêbikin. Lê li gor rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, amûrên mezin li gir hatine bicihkirin, daku li pey asewarên dîrokî yên wî asewarê kevnar bigerin.
Herwiha li devera Nebî Hûrî jî çend asewarên dîrokî hatine jinavbirin.
Li Nahiyeya Raco, çekdarên opozisyona Sûriyê zeviyeke welatiyekî li gundê Sindiyankê kolandine û jin parçeyên asewarî derxistine û bo Tirkiyê veguhastine.
Li gundê Hec Xelîl, artêşa Tirkiyê dest daniye ser Mala Henîf Axa û nûjenkiriye, daku bike muzexane, bi hinceta ku Mistefa Kemal Ataturk di dema şerê cîhanî yê yekem de, ew mal kiribû baregeha xwe.
Endama rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, Sekîne Mihemed ji Rûdawê re dibêje, asewarên herêmê ji bo Tirkiyê tên şandin.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse