Abdurrahîm Firat: Komîsyon dê li ser çekdanîn û entegrasyona civakî bixebite

18-07-2025
RÛDAW
Abdurrahîm Firat\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Abdurrahîm Firat\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Abdurrahîm Firat Pêvajoya Çareseriyê AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Erziromê Abdurrahîm Firat derbarê komîsyona nû ya ku li parlamentoyê tê avakirin agahiyên girîng dan.

Firat diyar kir ku karê sereke yê komîsyonê dê li ser bernameya çekdanînê û entegrasyona civakî ya gerîlayên be û got, "Di vê mesleya çekdanînê de rola Herêma Kurdistanê jî gelekî mezin e."

Abdurrahîm Firat ragihand ku civîna bi partiyên siyasî re qonaxeke girîng bû û îradeyeke xurt ji bo serkeftina xebatên komîsyonê heye.

"Îradeyeke bihêz heye"

Firat amaje bi civîna Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û serokwekîlên fraksiyonên partiyan jî kir û wiha got, “Civîna îro qonaxeke girîng bû û hat derbaskirin.

Di vê pêvajoyê de parlamento bi însiyatîva xwe vê komîsyonê ava dike.

Ji bo komîsyon karê xwe bike îradeyeke bihêz heye. Komîsyon jî dê erkekî girîng bigire ser milên xwe."

Parlamenterê AK Partiyê da zanîn ku ÎYÎ Partî û Demokrat Partî dê tevlî komîsyonê nebin û got, “Wekî din dê hemû partî tevlî komîsyonê bibin.

Ji sedî 75ê raya giştî jî piştgiriyê dide vê pêvajoyê û komîsyonê.”

Firat eşkere kir ku dê 13 parlamenterên AK Partiyê di komîsyonê de cih bigirin û partiyên ku koma wan nîne jî dê bên tevlîkirin.

"Karê sereke dê çekdanîn be"

Abdurrahîm Firat li ser erka sereke ya komîsyonê wiha axivî:

“Karê sereke yê komîsyonê dê li ser bernameya çekdanînê be.

Ew kesên ku çekê datînin dê çawa entegreyî civakê bibin? Ew dê li ku derê bin, dema hatin Tirkiyeyê dê yasa bên guhertin an na, li ser vê pirsê dê komîsyon biryara xwe bide.

Komîsyon dê li hemû parêzgehên Tirkiyeyê bigere.”

"Rola Herêma Kurdistanê mezin e"

Firat bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê ya di pêvajoyê de û got:

"Di vê mesleya çekdanînê de rola Herêma Kurdistanê jî gelekî mezin e. Ev aştî û pêvajo înşalah dê bibe rêya biratiya Kurdan, Ereban û Tirkan û ji bo paşerojê derfetên nû veke."

"Komîsyon dê nexşerêyekê diyar bike"

Siyasetmedarê Kurd Firat li ser plansaziya xebatê jî agahî parve kir û anî zimên ku komîsyon dê nexşerêyeke berfireh amade bike.

Parlamebter Firat di berdewamiyê jî de got, “Komîsyon dê bi sazî û nûnerên partiyên siyasî re bicive, dê bi kesayetan re bicive û nexşereyekê ji pêvajoyê re diyar bike.

Meseleya entegrasyona wan kesên ku çek danîne heye, di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş û bi temen hene û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene, dê ew biryar çawa bên bi cîh anîn?

Ji bo ew biryar bên bi cîh anîn divê çi bê kirin? Ev hemû karê komîsyonê ye.

Komîsyon hefteya pêşiya me dê dest bi xebatan bike û dê vê havînê karê xwe bike. Eger pêwîstî pê çêbibe, dema parlamento vebû dê yasa jî bên derxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst